Wezîr Soylu: Heya niha hezar TIR alîkarî hat Marasê

12 February 2023 01:07 0 dîtin
Wezîr Soylu: Heya niha hezar TIR alîkarî hat Marasê

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku heya niha 1000 TIR alîkarî gihaye Maraşê û ji wan 800 TIR hatine belakirin. Soylu got ku di rojên weha de millet bûye yek dil lê di agahiyan de gemarî û qirêjî heye û wê hesabê wan bipirsin. Soylu ragihandina xwe Maraşê li navenda krîza erdhejê kir.

Soylu got ku di 6 rojan de di navbera 6-11 ê sibatê de 416 bûyer çêbûne, bûyerên weka xespê, yaxma, dizî bi temamî di 9 cûreyan de bûyer çêbûne û got:

“Li devera erdhejê 70 hezar polîs û 70 hezar cendirmên me hene. Hezar xebatkarên ewlehiyê yên peravê hene. 131 hezar xebatkarên me xizmetê dikin. Heya niha 230 kes xistine binçav û ji 20an zêdetir kes şandine zîndanê. Hevalên me dixebitin da sehayên enqazan, sehayên konan, depoyên lojîstîk biparêzin û rêyan vekirî bihêlin.

Hinek siyasetmdar behsa firotina mulkan yên li Hatayê dikin lê mijar rast nîne û ji sala 1980an heya niha firotina mulkan ji bo biyaniyan li Hatayê qedexe ye.”