Heya niha ji ber Vîrusa Koronayê 723 kesan can daye
PeyamaKurd - Li gor amarên hikûmeta Çînê, heya niha hejmara kesên ku ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane gihiştiye 723 kesan û herwiha vîrus ketiye canê 34 hezar û 546 kesan
‘Bijîşkê ku yekem car hişyarî dabû canê xwe ji dest da’
Vîrusa Koronayê, di dawiya sala 2019an de li bajarê Wuhan ê Çînê derket holê û belav bû. Hevdem rayedarên Çînê ragihandin, li Wênilyangê, ew bijîşkê ku yekem car hişyarî dabû derbarê belavbûna vîrusê de, roja Înê canê xwe ji dest da.
‘Her ku diçe ew vîrus belav dibe û hejmara qurbaniyan zêde dibe’
Heya niha jî tevî çendîn hewlên li ser asta navxwe ya Çînê û li ser asta navdewletî, çareseriyek nehatiye dîtin ji bo rê li bergirtin û pûçkirina vîrusa Koronayê û her ku diçe ew vîrus belav dibe û hejmara qurbaniyan zêde dibe.
Li gor amarên dawîn ên hikûmeta Çînê heta niha 723 kesan ji ber vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane û vîrus ketiye canê 34 hezar û 546 kesan.
Coronavîrûs û vexuyaniyên wê çi ne û mirov çawa xwe jê biparêze?

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin