Heya niha ji 105 kesan xeber tineye

14 December 2021 00:42 0 dîtin
Heya niha ji 105 kesan xeber tineye

PeyamaKurd – Parêzgerê eyaleta Amerîka ya Kentucky ê Andy Beshear li ser bobelata bablîsokê ku çend roj berê li Amerîkayê çêbû axifî û got ku heya niha 64 kes jiyana xwe ji dest dane û ji 105 kesan ti xeber tineye. Parêzger got ku wê hêjî jimara candayiyan zêdetir bibe.

Beshear got ku ew bawere wê jimar derê ser 70 heya 80 kesî û weha dewam kir:

“Bi hezarî xanî welew bi temamî xerab nebûbin jî xesarê dîtine. Ji bo em karibin bigihên encama miriyan û asta xerabûna xaniyan, dibe bi heftan wext derbas bibe.

Kesên ku mirîne lê nasnameya wan nehatiye tesbîtkirin 18 kesin. Temenê wan ji 5 mehiyan heya 86 saliyê diguherin û 6 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de ye. Rakirina enqazan, rizgarkirin û lêgerîna mirovan dewam dike û ji 105 kesî heya niha xeber nehatiye sitendin.”