Li Hawaiyê heya niha 114 kes ji ber sewatan can dan û ji 850 kesî xeber tine
PeyamaKurd – Di şewatên Hawaiyê de ku di 9ê Tebaxê de destpêkiribûn û heya niha 114 kes jiyana xwe ji dest dan û heya niha 850 kes jî wenda ne. Şaredarê bajarê Mauiyê Richard Bissen rêjeyên dawiyê yên encama şewatan ragihand û got ku 114 kes mirine lê heya niha tesbîta 27 cesedan kirine. Malbatên ku kesên wan di şewatan de wenda bûne divê malbatên wan ji bo DNA xwe bidin, bi şaredariyê re bikevin nav têkiliyan.
Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser şewat û encamên wan herkes bende ye ku seredana Hawaiyê bike. Li gor ragihandina Biden; şewatên li Hawaiyê yên îsal di dîroka Amerîka de, şewatên herî xeterin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin