Putin bersiva Ewrûpayê da: “Divê em heya dawiyê herin û serî ji ti kesî re daneynin”

06 March 2025 20:35 0 dîtin
Putin bersiva Ewrûpayê da: “Divê em heya dawiyê herin û serî ji ti kesî re daneynin”

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron duhî ragihandibû ku Rûsya ji bo Fransa û Ewrûpayê bûye tehdîd û wê fermandarên artêşên welatên Ewrûpayê bicivînin. Li ser gotinên Macron, serokê Rûsyayê Putin di civîna xebatkarên ‘Weqfa Parêzvanên Weten’ de bersiva Macron û Ewrûpayê da û got:

“Rojavayî zorê didin me. Em plan dikin ku di şer de biserbikevin. Ji dil jî em benda serkeftinêne. Dema aştiyê bikin, wê zarokanên me di nav hûzûrê de bijîn. Em ê heya dawiyê herin û divê em ji ti kesî re serî daneynin.

Divê em li gor xwe cûreyekî aştiyê bibjêrin. Tiştên ku ne yên me ne pêdiviya me bi wan tine lê tiştên yên me ne jî em ê nedin ti kesî. Pêdiviya me bi bijarteyekî heye ku welatê me bi awayekî îstîqrar û ewlehiyê pêşde here.”