Putin welatên NOTOyê yên Ewrûpayê tehdîd kir

29 May 2024 21:49 0 dîtin
Putin welatên NOTOyê yên Ewrûpayê tehdîd kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Putin çavê endamên NATOyê yên Ewrûpayê tirsand. Putin behsa îhtîmala sîlihên menzîldirêj yên ku Ûkrayna ji Ewrûpayê distîne û bi wan çekan li Rûsyayê bixe got:

“Bi taybetî welatên endamên NATOyê yên Ewrûpayê û nûnerên NATOyê yên li welatên biçûk nizanin ku ew bi agirî dileyîzin. Bila ji bîr nekin ku ew xwediyê axa biçûkin û nûfûsa wan zêde ye. Berya behsa êrîşa kûrahiya axa Rûsyayê bikin, bila van taybetmendiyan bidin ber çav.”

Putin axaftina xwe li Özbekistanê kir û weha dewam kir:

“Vêya bi destê xwe kirin. Êdî meyweyên aferînertiya xwe didin hev. Ew pirsa ku we di derbarê çekên hassas yên menzîldirêj de pirsî, eger bên bikaranîn dibe heman rewş çêbibe. Bi giştî dibe ku ev rewşa dijberiyê bibe sedema encamên girîng. Eger Rojavayî leşker bişînin Ûkraynayê, wê encama wê neyînî be.

Ev jî wê bibe sedema pevçûnekî li Ewrûpayê û ber bi pevçûna kureyî ve here û ji bo wê pêngavekiye. Gelo pêdiviya wan pê heye? Wê wextê fermo. Li ser axa Ûkraynayê her kî hebe, egera wê çi be, em ê bikin. Bila vêya baş bizanibin.”

Putin ji bo muzakereyan car din got ku ew amade ne li ser Ûkraynayê hevdîtinan bikin û bila dostên Rojavayî û hevkarên rojavayî bizanibin. Rûsya redda hevdîtinan nake lê terefê ku dike Ûkraynaye û weha dewam kir:

“Ez li van gotinan şaş dimînim. Min hezar carî got lê her wekî guhên wan tine be, em muzakereyan red nakin. Ûkrayna red kir.”