Putin: Endamtiya Ûkraynayê ji bo Rûsyayê tehdîd e

13 July 2023 23:30 0 dîtin
Putin: Endamtiya Ûkraynayê ji bo Rûsyayê tehdîd e

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser endamtiya Ûkraynayê ya NATO û ‘koridora dexlê’ daxwuyanî da. Putin got ku endamtiya Ûkraynayê wê ji bo dinyayê baş nebe û ji bo ‘Korîdora Dexlê’ jî ji bo televizyona Rossiya 24 ê got:

“Di peymana ku bi Neteweyên Yekgirtî re hat kirin de ji bo berjewendiyên Rûsyayê hinek tişt hebûn. Dixwazim vêya bêjim; ti tiştek nehat kirin. Ev bi temamî leystikekî yekaliye. Êdî bes e.”

Ji bo endamtiya Ûkrayna ya NATOyê got ku ji bo Rûsyayê mijar tehdîde û weha dewam kir:

“Ez bawerim wê ewlehiya Ûkraynayê zêde neke, bêhtir wê qels bike û di asta navdewletî de wê gengeşeyên îlawe bi xwe re bîn e.”