Putin wê bi bihayê kêm petrolê bifrose welatên dost
PeyamaKurd – Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin biryarnameyekî îmze kir ku wê petrola Rûsyayê bi bihayê kêm bifroşe welatên dost. Rûsya heya niha bi bihayê herî zêde petrolê difroşe welatên dinyayê.
Yekîtiya Awrûpayê di dawiya sala borî de sînor ji bo bihayê petrola Rûsyayê danîbû û bihayê petrolê kiribû 60 dolar. Rûsya jî ji bo wan welatên ku tevlî biryara YA bûn, qedexeya firotina petrolê ji bo wan danîbû.
Putin, biryarnamê guhert û welatên dostên xwe ji nav biryarnamê derxist. Wê Rûsya karibe bi bihayê ku YA yê daniye an ku bi 60 dolarî petrolê bifroşe welatên dost.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin