Trump: “Pêwiste faîz û bihayê petrolê dakevin”
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di rêya video-konferansê de tevlî Foruma Abdoriyê ya Dinyayê (WEF) ya li Davosê bû (WEF) û got:
“Pêwiste faîz û bihayê petrolê dakevin.”
Trump, her weha behsa pêwistiya berlêgirtina koçberan, şerê Rûsya-Ûkraynayê û mesrefên bergiriya NATOyê kir. Civîna salane ya Davosê civîna 55em e ku têkirin. Trump got ku divê Erebistana Saûdiyê û welatên petrolê îxrac dikin (OPEC) bihayê petrolê daxînin û weha dewam kir:
“Ez ê ji wan bixwazim ku maliyeta petrolê kêm bikin. Çima berya hilbijartinê danexistin min fêm nekir. Eger bihayê petrolê berya hilbijartinê daketa, wê şerê Rûsya-Ûkrayna yekser biqediya. Lê niha ji bo şer dewam bike. Bihayê petrolê têra xwe bilinde. Ez dixwazim şerê bi Rûsya-Ûkraynayê biqede ji ber bi mîlyonan kes tên kuştin.
Gelek koçber tên DYAyê û dema min dest bi serokatiyê kir, min gavên bilez avêt da ber li wan bigrim.
Di mijara mesrefên NATO de her endam divê dahata xwe ya nesafî ya salane %2 yê bide NATOyê lê hêjî yên ku peren xwe nedane hene. DYA berê ferqa wê da lê ev, edalet nîne…”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin