Bihayê petrolê ji nû ve zêde bû, Trump daxuyanî da...
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku Erebistana Siûdî biryara kêmkirina hilberandina neftê da bi daxuyaniyekê ragihand ku kompaniyên wan ên enerjiyê (vejen) ji nû ve gelekî baş bûne.
Donald Trump, li ser medya civakî got ku bi kêmkirina hilberîna petrolê ya Siûdî re bihayê petrola xam zêde bûye û kompaniyên wan ên vejenê ji nû bi îstihdama milyon kesan bihêz bûne.
Trump herwiha diyar kir ku hevdem bihayê benzînê jî bi awayekî rekor kêm bûye.
Îro 12ê Gulanê bihayê petrola xam a Rojavayê Teksasê ya Amerîka (WTI) serê bermîlekê 5,47 dolaran zêde bû û gihîşt 25,44 dolaran.
Herwiha di bazarên cîhanê de jî bihayê petrola Brent bi zêdebûna 1,72 dolaran gihîşt 30,11 dolaran.
Ji destpêkirina krîza vîrusa koronayê ve li seranserê cîhanê, bihayê petrolê daketibû heta 20 dolaran ku van rojên dawî bi sistkirina tedbîrên koronayê û kêmkirina hilberînê re bihayê petrolê ji nû ve bilind dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin