Putin, firotina petrolê ji bo welatên jê re sînor deynin qedexe kir

27 December 2022 23:35 0 dîtin
Putin, firotina petrolê ji bo welatên jê re sînor deynin qedexe kir

PeyamaKurd – Welatên Yekîtiya Awrûpayê û yên G7an ku ji bo petrola Rûsyayê sînorê herî jor danîbûn, lê Putin li hemberê biryara wan biryarnameyekî dinê îmze kir û ji bo wan welatên sînorê jor ji bihayê petrola Rûsya re datînin, firotina petrolê ji wan welatan re qedexe kir.

Welatên li jorê behsa wan hat kirin, ji bo petrola Rûsyayê herî zêde 60 dolar biha danîbûn û Rûsya li hemberê wan ket nav tevgerê. Li gor biryarnamê; kesên bikevin nav yek fiyetê, wê ji wan û şîrketên wan re petrol û berhemên petrolê nên firotin. Kesên petrola Rûsyayê bikirin, eger di peymanê de fiyeta sînorkirî an fiyetekî dinê destnîşan bikin, wê sewqiyata wan ya petrol û berhemên wan çênebe.

Biryarnama Putin wê di 1 ê sibata 2023an de destpêbike.