Welatên YE bi yekdengî Tirkiye sermezar kirin û sînor danîn ser firotina çekan
PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên 28 welatên Yekîtiya Ewropayê îro kom bûn û bi yekdengî êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Herwiha banga rawestandina firotina çekan bo Tirkiyê hat kirin. Welatên YEyê di mijara banga bi temamî qedexekirina firotina çekan bo Tirkiyê de lihevkirin çênebû, lê li ser sînordarkirina firotina çekan li hev kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya encama civîna YE de hat gotin, "YE çalakiya (êrîşa leşkerî ya Tirkiyê) li bakurê rojhilatê Sûriyê ku ewlekarî û îstiqrara tevahiya herêmê bi awayekî cidî xirab kiriye û bûye sedema koçberbûna hejmareke zêde ya sivîlan ji cih û warên xwe şermezar dike. Ev operasyon pêşketinên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê ku heta niha bi dest xistine têk dide."
Herwiha welatên YEyê tevî hemû fişarê Almanya, Fransa, İspanya û Avûstûryayê jî li ser danîna ambargoya çekan û bi tevahî qedexekirina çekan bo Tirkiyê li hev nekirin, lê li ser sînordarkirina firotina çekan li hev kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin