Kîevê bersiva pêsniyarên Putin da: Tews
PeyamaKurd – Piştî pêşniyara Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ku gotibû; “eger şert û mercên pêşwext bên bicihanîn, wê Rûsya tavilê dest bi hevdîtinên aştiyê yên bi Ûkraynayê re bike.” Rêvebiriya Kîevê bersiva “Pêşniyarên tewş” da Putin.
Putin di daxuyaniya xwe ya duh a li Wezareta Derve ya Rûsyayê de diyar kir ku eger leşkerên Ûkraynayê bi temamî ji herêmên Luhansk, Donetsk, Kherson û Zaporizhia vekişin û Ûkrayna jî soza neketina NATOyê bide, wê danûstandinên sazkirina aştiyê dikaribe tafilê bêne destpêkirin.
Putin her wiha gotibû “eger şert û mercên pêşwext bên bicihanîn, Rûsya dikare yekser hêrişên xwe rawestîne û ji eniyan vekişîna bi ewle ya hêzên Ûkraynayê garantî bike.
Şêwirmendê Serokomarê Ûkraynayê Mikhailo Podolyak angaşt ku daxuyaniyên Putin ne însiyatîfeke cidî ya aştiyê ye û diyar kir ku bi şert û mercên Putin “aştî” nayê dabînkirin.
Podolyak ji Reutersê re axivî û anî ziman ku ti pêwendiya şert û mercên ku Putin eşkere kirine bi danûstandinan re tune ye.
Şêwirmendê Zelenskiy diyar kir ku ne pêkan e di navbera şertên Serokdewletê Rûsyayê û yên Ûkraynayê yên ji bo bidawîkirina şer de lihevkirinek bê dîtin.
Wezareta Derve: Tewş in
Wezareta Derve ya Ûkraynayê jî di derbarê şertên Putin de daxuyanî da û wiha got: "Putinê ku xwe wek balyozê aştiyê nîşan dide û ji bo şerê ku daye destpêkiriye bi dawî bike, bijardeyan pêşkêş kiriye, lê belê şertên wî pêşniyarên tewş in.”
Wezaretê di daxuyaniya xwe de angaşt ku di navbera şertên niha û ultîmatomên ku Pûtin berê dabû de ti cudahî tune ye.
Şertên Putin di qada navneteweyî de bi nehênî deng veda
Ji aliyê din ve pêşniyazên Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin di qada navneteweyî de jî deng veda.
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin ji di derbarê mijarê de ramana DYAyê ragihand û got: “Serokdewletê Rûsyayê ne di wê astê de ye ku fermana mercên aşitiyê bide.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî di derbarê pêşniyaran de got ku “di bin siya van pêşniyaran de daxwazên ne pak hene.
Tevî ku Rûsyayê Luhansk, Donetsk, Kherson û Zaporizhia bi xwe ve girê daye jî, niha yek ji wan bi herêman jî bi temamî dagir nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin