Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê: Putin dest ji kontrolkirina Kîevê berda

08 April 2022 11:31 0 dîtin
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê: Putin dest ji kontrolkirina Kîevê berda

PeyamaKurd  Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd da zanîn, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dest ji kontrolkirina Kîeva paytexta Ukraynayê berda û bêhtir ber bi herêma Donbas gavan diavêje.

Li gor Lloyd Austin ragihand, hîn encamên şerê Ukrayna zelal nebûye, fikra kontrolkirina Ukrayna û Kîevê bi awayekî bilez, ku ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hatiye dariştin, fikreke xelet bû.

Herwiha Austin diyar kir, Putin dest ji kontrolkirina Kîevê berdaye, hewldanên xwe ber bi başûr û rojhilatê Ukraynayê biriye.