Guterres li Kîevê got: Di sedsala 21ê de ser tewsîtiye, nayê qebûlkirin!

28 April 2022 18:06 0 dîtin
Guterres li Kîevê got: Di sedsala 21ê de ser tewsîtiye, nayê qebûlkirin!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di serdana xwe ya îro 28ê Nîsanê ya paytexta Ukrayna Kîevê de, devera Borodyanka ya tawanên şer hatibûn kirin daxuyanî da.

Guterres , ligel berpirsên hikûmeta Ukraynayê li ber avahiyên di encama êrîşên Rûsyayê de hilweşiyane daxuyanî da rojnamevanan û got, di sedsala 21ê de şer tewşîtîye û nayê qebûlkirin.

Guterres di axaftina xwe de daxwaz ji Rûsyayê jî kir ku derbarê tawanên şer ên li Ukraynayê hatine kirin de, hevkariyê bi Dadgeha Cezayê ya Navdewletî re bike.

Sekreterê Giştî yê NY piştî serdana Moskowê ku hevdîtin bi Pûtîn re kiribû derbasî Kîevê bûye û tê çaverêkirin piştî serdana deverên tawanên şer hatine kirin, ligel Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy jî bicive.