Guterres, ji ber êrîsa Lîsîçanskê Ûkraynayê sermezar kir

06 February 2024 14:36 0 dîtin
Guterres, ji ber êrîsa Lîsîçanskê Ûkraynayê sermezar kir

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji ber êrîşa li dijî Lîsîçanskê ku bi giştî sivîl 28 kesan can dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn, Ûkraynayê şermezar kir.

Guterres di daxuyaniya xwe ya nivîskî de yekem car, ji bo çalakiyeke wê Ûkraynayê şermezar kir.

Sekreterê Gişti Guterres di daxuyaniya xwe de her wiha destnîşan kir ku her êrîşên li dijî binesaziya jîngehan nayê qebûlkirin û hemû êrîşên li dijî sivîlan şermezar kir.

Berdevkê NY Stefan Dujarric jî di daxuyaniya xwe ya duh de bang li Ûkraynayê kiribû ku demildest dev ji êrîşên li dijî sivîlan berde.

Şaredarê Lûhanskê Leonîd Paschynîk dabû zanîn ku hêzên Ûkraynayê li diji frûneke nan êrîş pêk anîye û di encamê de jineke dûcanî û zarokeki 5 salî jî di nav de 28 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Bajarê Lîsîçansk ku girêdayî parêzgeha Lûhanskê ye, yek ji bajarên Ûkraynayê ye ku ji alî Rûsya ve hatiye dagirkirin.