Antonio Guterres êrîsa ser Hewlêrê sermezar kir
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bersiv da banga Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya piştî êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê û êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir.
Guterres herwiha hêvî kir ku rêyek ji bo Iraqê bê peydakirin, daku bibe çavkaniyeke girîng a aramî û istiqrarê li Kendavê.
Nêçîrvan Barzanî 16ê Sibatê piştî êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê, daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî û rêxistina Neteweyên Yekbûyî kiribû, metirsiyên êrîşa li ser Hewlêrê cidî bigirin û kar bikin ji bo rêgirtina nehîştina gefên li ser xelkê Herêma Kurdistanê ku ew jî bi rêya handana hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina destûrê û bi taybetî jî madeya 140 a destûrê pêk tê.
Antonio Guterres, li ser pirsa Rûdawê bersiva Nêçîrvan Barzanî da û peyva “şermezarkirinê” bikar anî ku di aliyê dîplomatîk de giraniya xwe heye û kêm caran Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wê peyvê bikar tîne, lê belê Gutterres li ser daxwazên din ên ji NYyê ti daxuyaniyek neda ku jê hatibû xwestin, ji bo navçeyên madeya 140 a destûrê rolekê bilîze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin