Guterres êrîsa li Lîbyayê sermezar kir

04 July 2019 12:55 0 dîtin
Guterres êrîsa li Lîbyayê sermezar kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antoni Guterres bang kir kul i ser êrîşa dijî kampa penaberan ya li nêzî Trablusa paytexta Lîbyayê vekolîn bê kirin.

Di êrîşeka esmanî de 44 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 130 kesî jî birîndar bûbûn. Guterres êrîşa weke kiryaeke ‘hovane’ nirxand û êrîş  bi tundî şermezar kir.

Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bang li NYyê kir ku ser êrîşê dest bi vekolînekê bike.

Hikûmeta li Trablusê li ser êrîşê yekîneyên girêdayî General Xelîfe Hefter tawanbar kiribû, lê wan ew îdia red kiribûn.