Moskow: Em ê bi tundî bersiva hêrisên Kîevê bidin

11 August 2024 16:38 0 dîtin
Moskow: Em ê bi tundî bersiva hêrisên Kîevê bidin

PeyamaKurd - Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy yekem car piştrast kir ku artêşa Ûkraynayê li herêma Kurskê ya li ser sînorê rojavayê Rûsyayê operasyonek pêk aniye.

Roja sêşema çûyî, hêrişên artêşa Ûkraynayê yên li dijî axa Rûsyayê bi awayekî sosret destpêkiribûn. Tê angaştin ku artêşa Ûkraynayê 10 kîlometran di kûrahiya Rûsyayê de bi pêş ve çûye.

Hat ragihandin ku pevçûnên şeva şemiyê destpêkirin didomin û li herêma Kurskê mûşek li hezar avahiyên pirqatî ketine.

Parêzgarê Kurskê Aleksey Smirnov daxuyand ku di hêrişa "bêbext a Ûkraynayê de” 15 kes birîndar bûne.

Serokê Ûkraynayê Zelenkiy, şeva şemiyê di daxuyaniyeke bi rêya vîdyoyê de got ku Ûkrayna şer dibe nav "axa hêrişkaran."

Li aliyê din Rûsyayê diyar kir ku ew ê bi tundî bersiva van hêrişên Ûkraynayê bidin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got: "Rejîma Kîevê çalakiyên xwe yên terorîstî didomîne ku armanca wan tenê tirsandina gelê aştîxwaz ê Rûsyayê ye."

Zaxarova got ku Ûkrayna baş dizanibû ku hêrişên dawî "ji hêla leşkerî ve bê wate ye" û destnîşan kir ku di 24 demjimêrên borî de gelek hêriş hatine kirin, di nav de hêrişa bi şev a "mezin" li ser Kurskê.