Papa bang li Moskow û Kîevê kir: Dîlên destên xwe pevguherînin
PeyamaKurd - Rêberê Ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Francis dubare bang li Ûrkayna û Rûsyayê kir ku dîlên di destên xwe de pevguherînin.
Papa, li Vatîkanê, di merasîma kevneşop a pencereya ofîsa xwe ya ku li Qada Ezîz Petrûs dinihêra niyaza yekşemê kir.
Papa Francis di axaftina xwe ya piştî niyazê de bi taybetî balê kêşa ser şerê Rûsya û Ûkraynayê û got, "Ez banga xwe ya ji bo pevguhertina giştî ya dîl û girtiyan a Rûsya û Ûkraynayê dubare dikim. Bi taybetî ji bo nexweş û birîndaran. Ez we piştrast dikim ku Vatîkan amade ye ku di vî warî de piştgiriya hemû hewldanan bike."
Papa Francis da zanîn ku ew ji bo li Ûkrayna, Filistîn, Îsraîl û Myanmarê aştî pêk bê her niyazan dike û got: "Ez hêvî dikim ku niyazên me yên ji bo aştiya dadwer û mayînde li van deran vala nemînin û serkirdeyên van welatan bi şiyan gotûbêjan bikin."
Papa di derbarê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê jî destnîşan kir û diyar kir ku ew vê roja taybet li hemû dayîkan pîroz dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin