Heya niha ji ber vîrûsa koronayê 562 kesan can daye

06 February 2020 10:53 0 dîtin
Heya niha ji ber vîrûsa koronayê 562 kesan can daye

PeyamaKurd -  Hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 563 kesan.

Roj bi roj hejmara mirî û berkeftiyên nexweşiya Koronayê li Çînê û cîhanê zêde dibe.

Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên ku li Çînê û cîhanê canê xwe ji dest dane gihîştiye 563 kesan û zêdetirî 28 hezar kes jî pê ketine.

Duhî hikûmeta Çînê ragihand, hezar û 190 kesên ku bi nexweşiya Koronayê ketibûn, baş bûne û ji nexweşxanê hatine derxistin.