Heyder Seso: "Hesda Sebî li Singalê metirsîdar e"
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê li Şingalê ragihand ku hebûn û mana hêzên Heşda Şeibî li Şingalê metirsîdar e.
Heder Şeşo ji malpera PKDê re ragihand: “Niha li Şingalê Heşda Şeibî bi hemû şêweyan binpêkirinan dike li hemberî xelkê Şingalê û xelk ji wan dilgiran bûne. Hebûn û mana wê hêzê li Şingalê metirsîdar e.”
Derbarê rewşa niha ya Şingalê Şeşo wiha got: “Rewşa Şingalê pir xerab e ji ber ku ti xizmetek ji bo xelkê Şingalê nayê kirin. Netenê rewşa Şingalê xerab e lê belê rewşa hemû navçeyên Êzdiyan xerab e.”
Derbarê binpêkirinên Heşda Şeibî jî Heyder Şeşo ragihand: “Heşda Şeibî bi wê hêzê tê naskirin ku xwe bi ser xelkê feriz dike û niha di navbera Iraq û Sûriyê de karê qaçaxçiyê dikin û dizî û talankirinê dikin û êrîş dikin ser xelkê. Beriya 2 rojan êrîş kirin ser malekê ku hemû şivan in û hemû mal û darên wan birine û li wan dane.”
Derbarê helwesta xelkê Şingalê li hember wan binpêkirinên Heşda Şeibî, Heder Şeşo wiha got: “Xelkê Şingalê dilgiran in û dixwazin bilez ew hêz ji Şingalê derkevin, ji ber ku ew tenê ji bo berjewendiyên xwe hatine Şingalê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin