Heyder Seso: Bila Singal nebe qurbana planên Tirkiye, Îran û Hesda Seibîyê
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê li Şingalê Heyder Şeşo ragihand, bila Hikûmeta Kurdistanê nehêle Şingal bibe qurbana planên Tirkiye, Îran û Heşda Şeibîyê.
Berpirsê êzidî Heyder Şeşo, li ser rewşa dawî ya Şingalê ji K24ê re axivîye û gotiye, rewşa Şingalê gelekî xirab e û metirsiyek mezin li ser wê devera Kurdistanî heye.
Heyder Şeşo her wiha gotiye, Şingal bûye meydana şer û hevrikiya hêz û dewletên biyanî. Îran dixwaze bi rêka Heşda Şeibî re Şingalê bike beşek ji pirojeya “Hîlala Şîî”, Tirkiye jî dixwaze bi hêceta hebûna PKKê êrişî Şingalê bike. Li aliyekî din jî şer û xebata Kurdistanîbûna Şingalê heye.
Wî berpirsê êzîdî daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê kiriye ku bi hewara Şingalê de biçe û nehêle Şingal bibe qurbana pilanên siyasî yên Tirkiye, Îran û Heşda Şeibî. Heyder Şeşo daye zanîn ku hikûmeta Iraqê dixwaze hêzekê li Şingalê pêk bîne û gotiye, eger Hikûmeta Kurdistanê li ser wê yekê rizamendî nîşan bide ewê jî tevlî wê hêzê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin