Heyder Seso: Mijara netewebûna Êzidiyan tenê alaveke propagandayê ye
PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Parastinê ya Êzidxanê Heyder Şeşo, li ser mijara ku Êzidiyan ji netewa Kurd cuda wek neteweke din pênase dikin got ku hinek alî ji bo berjewendiyên xwe ji sala 2006an ve behsa netewebûna Êzidiyan dikin.
Heyder Şeşo li ser hewlên komkirina îmzeyan li Parlamentoya Iraqê ji bo cudakirina Êzidiyan ji Kurdan wiha axivî: “Hinek aliyên Iraqî û hin aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dixwazin ji ser Êzidiyan hin berjewendiyên xwe û ajandayên xwe bi cih bikin. Hin alî ji bo berjwendiyên xwe Êzidiyan bi kar tînin. Ji sala 2006an ve em dibînin aliyên siyasî ji ser Êzidiyan li pey berjewendiyên xwe ne. Her kes azad e xwe çawa hîs bike û ji xwe re çi bêje. Pir kêm Êzidî bi wan kesan re ne. Ew kesên behsa 'neteweya Êzidiyan' dikin li ser erdê ti xizmetê ji Êzidiyan re nakin û bi tenê propagandayê dikin. “
Şeşo, dubare banga vegera Şingalê li Êzidiyên koçber bûne kir û daxwaz ji aliyên pêwendîdar jî kir ku ji bo vegera wan rê xweş bikin.
“Divê qeymeqam bê hilbijartin”
Heyder Şeşo li ser hilbijartina qeymeqamiya Şingalê jî da zanîn: “Nebûna qeymeqamiya Şingalê zirareke mezin daye xelkê deverê û bajarê Şingalê. Di warê xizmetguzariyê de di warê budçe û mûçeyan de zirar li xelkê bûye. Em hêvî dikin li gorî dengê xelkê Şingalê di berjewendiya Şingalê de qaymeqamek were danîn. Ji bo xelk vegere Şingalê û bajar were avakirin divê qeymeqam û îdareya Şingalê dest bi kar bike.“

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin