Heyder Seso: Ji êrisên Tirkiyê bi ser Qendîlê de Bexda berpirsyar e

28 June 2019 13:14 0 dîtin
Heyder Seso: Ji êrisên Tirkiyê bi ser Qendîlê de Bexda berpirsyar e

PeyamaKurd -Berpirsê Hêza Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo ragihand, ji êrişên Tirkiyê bi ser deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê ku hevwelatiyên sivîl dibin armanc hikûmeta Îraqê berpirsyar e.

Berpirsê Hêza Parastina Êzdîxanê Şeşo got: “Bi egera siyaseta şaş a PKKyê bi sedan xortên Kurd li başûr û rojavaya Kurdistan bûne qurbanî.”

Şeşo got jî: Bexda dikare daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) bike ku êrişên Tirkiyê bo ser derverên sinorî yên  Herêmê bên rawestandin.

Duhî car din balafirên şerî yên Tirkiyê binarê Qendîlê bombebaran û ji be wê jî 4 hevwelatî bûne qurbanî û 7 jî birîdar bûn. Herweha îro jî devera Biradost bombebaran kir û hevwelatîyek can d û birayê wî jî birîdar bû.