Seso: Iraq li aliyekî pistgiriya PKKê dike û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonan bike
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Êzîdxanê Heyder Şeşo li ser plana PKK ya li Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir, PKK plana welatên cîran cîbicî dike û hikûmeta Iraqê jî li aliyekî piştgiriya PKKê dike û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonan bike.
Heyder Şeşo di axaftina xwe de da zanîn, ew daxwaza cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina Şingalê dikin û ev jî erkê hikûmeta Iraqê ye, lê belê hikûmet li aliyekî piştgiriya PKKê dike û derfetê dide wan û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonên li nav axa Herêma Kurdistanê bike.
Herwiha Şeşo eşkere kir, tu carî armanca PKKê aramî nîne û li ku dibe bila bibe, armanca wê derxistina nearamiyê ye û plana welatên herêmî cîbicî dike, ku ew jî di berjewendiya Iraq û xelkê navçeyê de nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin