Heyder Seso: ‘Hejmara erebên DAISî yên di nav YBSê de ji Êzidiyan zêdetir e’

03 October 2021 09:30 0 dîtin
Heyder Seso: ‘Hejmara erebên DAISî yên di nav YBSê de ji Êzidiyan zêdetir e’

PeyamaKurd - Serokê Hêza Êzidîxanê Heyder Şeşo li ser nehiştina ketina Şingalê ya namzedên PDKê bo bangeşeya hilbijartinê ji aliyê hêzên girêdayî PKKê ve got, mafê her aliyekî siyasî ye bengeşeya hilbijartinan li Şingalê bike û nabe ti kesek rêgiriyê lê bike. Heyder Şeşo da zanîn: “Ew Erebên li derdora Şingalê di nava DAIŞê de bûn, niha di nava YBŞê de ne û hejmara wan ji Êzidiyan zêdetir e.”

Serokê Hêza Êzidîxanê Heyder Şeşo di bangeşeya hilbijartina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de li sînorê qezaya Şingalê, gotarek pêşkêş kir û got: Pêwîst bû hêzên ewlehiyê erkên xwe di parastina namzedan û bangeşeya hilbijartinan de cibicî kiribana, lê mixabin îro hejmarek ji keç û jinên Êzidiyan ku ji aliyê hêzekê ve tên bikaranîn, rêgirî li namzedên aliyekî siyasî kirin.

Şeşo diyar kir: “Bi sedan otomobîlên çekdaran ên bê tabloyên çûnûhatinê li nava Şingalê diçin û tên. Gelek Erebên derdora Şingalê di nava DAIŞê de bûn, niha di nava YBŞê de ne û hejmara wan ji Êzidiyan jî zêdetir e.”

Heyder Şeşo gotina xwe arasteyî amadebûyên kampanyaya bangeşeyê kir û wiha pê de çû: “Hûn çi wek PDKê û çi wek pêkhateya Êzidî divê di erkên xwe yên partîtî û olî de bêxemiyê nekin. Li her cihekî cîhanê yasa rê nade ku rêgirî li namzedan û aliyên siyasî yên di dema bangeşeya hilbijartinan de were kirin, ji ber wê niha dema wêye ku hûn xwedî helwest bin û biryara xwe bidin.”

Hêjayî gotinê ye, Heyder Şeşo doh piştî çekdarên PKKê li sînorê qezaya Şingalê rêgirî li namzedên PDKê kirin û rê nedan biçin Şingalê ev daxuyanî dan.

Namzeda PDKê Viyan Dexîl jî di civîneke rojnamevanî de, PKK wekî hêzeke dagîrker bi nav kiribû û gotibû, ew ê giliyê li wan hêzên biyanî yên li Şingalê ne vekin.