Heyder Seso: Hêzên ne fermî ji Sengalê dernekevin dê ser derkeve
PeyamaKurd – Artêşa Iraqê bang li YBŞ û Asayişa Êzidxanê kir, da ku ji Şengalê derkevin. Herwiha, Fermandarê Hêza Êzîdxanê jî derbarê derketina şerekî de hişyariyê dide.
Dema ku Artêşa Iraqê bo hêzên ne fermî ji Şengalê derkevin daye, îro bidawî dibe. Lê heta niha jî YBŞ, ku ser bi PKKê ve ye, ji Şengalê dernakevin.
Li gor Fermandarê Hêza Êzîdxanê Heyder Şeşo, ji Rûdawê re qala metirsiya zêdebûna aloziyan li wê navçeyê kiriye.
Fermandeyê Hêza Êzîdxanê, hişyariyê ji çêbûn û derketina şer navbera hêzên ser bi PKK û Artêşa Iraqê de dide û bi pêwîst dibîne ku hêzên ne fermî ji Şengalê derkevin.
Fermandeyê Hêza Êzîdxanê Heyder Şeşo daye zanîn, heger molet bidawî bê, dibe ku Artêşa Iraqê hêzê bikar bîne û ew jî dibe sedema çêbûna tevlihevî û şer.
Heyder Şeşo desnîşan kir, ew valahiya ewlekarî û îdarî ku niha li Şengalê heye ne di berjewendiya xelkê Şengalê û vegera koçberan de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin