Seso: Heta PKK û hêzên ser bi wê ve di nav Sengalê de bin ewlehî çênabe
PeyamaKurd – Fermandarê Fermandariya Şengalê yê hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo axivî û got, ji ber PKKê û komên ser bi wê ve, ewlehî li Şengalê ava nabe û heta ew di nav Şengalê de bin, ewlehî jî çênabe.
Qasim Şeşo diyar kiriye: ‘‘Rewşa Şengalê xerab e. Hemû çekdar di nav Şengalê de ne. Heta PKK û hêz û komên ser bi PKKê ve, di nav Şengalê de bin, ewlehî çênabe. Niha rewşa Şengalê pir xerab e, lewra jî xelk nikare vegere. Heta Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerê Iraqê li gel hev neyên nav Şengalê, ewlehî jî çênabe.’’
Şeşo herwiha got: ‘‘Hêz û komên çekdar û nerewa, di nav Şengalê de zêde bûne û ev yek bûye eger ewlehî çênebe. Ew hêz û komên nerewa, nahêlin ewlehî çêbibe.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin