Xwendekarên Zanîngeha Sine hêzên Îranê pasde vegerandin: Heta kengê zordarî!..
PeyamaKurd – Li demeke ku xwepêşandanên dijî rejîma Îranê, li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, xwendekarên Zanîngeha pizîşkî ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî kombûneke protestoyî li dar xistin.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê û pasevanên zanîngehê êrîşî ser xwendekaran kirine, lê xwendekaran bi yekgirtî nehiştiye ti hevalekî wan were binçavkirin û diruşmên: “Jin Jiyan Azadî, heta kengê zordarî” qêriyane.
Xwendekaran li hember hewla tundûtîjî kişandina nav xwepêşandanê û binçavkirina xwandekaran jî bi diruşma “bê şeref - bê şerf e” bi awayekî yekgirtî li hember hêzên rejîmê rawestiyan û ew neçar kirin ku paşve herin.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan û medyayî li 48 zanîngehên cuda, li 103 bajar û 31 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî hatine kirin û hîn jî berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin