Hêzên Îranê li Sine 2 melayên Kurd binçav kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê 30yê Çile, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve du melayên Kurd hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku melayê hatine binçavkirin, Luqman Emînî pêşnimêjê mizgefta Çar Yarên Nenî ya bajarê Sinê û melayê din jî Îbrahîm Kerîmî Nenelleyê pêşnimêjê mizgefta gundê Nenelle ya bajarê Sinê ye.
Hat diyarkirin ku herdu melayên Kurd bêyî hebûna belgeyên yasayî li ser rêya bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û ew birine cihekî nediyar.
Herwiha hêzên rejîmê piştî binçavkirina Îbrahîm Kerîmî Nenelîe bi ser mala wî de jî girtiye.
Hêjayî gotinê, Zanayên Olî yên Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo xwepêşanderan nîşan dabû û êrîşên hêzên Îranê bi ser xwepêşandanan de rexne kiribûn ku niha bûne hedefa hêzên rejîma Îranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin