Hêzên rejîma Îranê 6 xwendekarên keç ên Kurd revandin

22 October 2022 14:59 0 dîtin
Hêzên rejîma Îranê 6 xwendekarên keç ên Kurd revandin

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê, 6 xwendekarên keç ên Kurd revandin.

Navenda mafên mirova ya Hengawê diyar kir, di wan rojên dawî de hêzên rejîma Îranê zextên xwe yên li dijî xwepêşanderan bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê zêdetir kirine.

Herwiha Hengawê eşkere kir, di wan rojên dawî de hêzên rejîma Îranê li bajarê Ciwanroyê, 6 xwendekarên keç yên Kurd revandine û ew birine ciheke nediyar.

Hat zanîn ku ev her 6 xwendekarên Kurd di dema êrîşa hêzên rejîmê ya ser dibistaneke li bajarê Ciwanroyê de hatine girtin û revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.