Heyder Seso: Êzdî Kurd in û Kurdistanî ne
Serokê Partîya Demokrat a Êzdîyan Heyder Şeşo, di hesabê xwe yê sosyal medyayê de vîdeoyek weşand û peyamek da awira gelemperî.
Şeşo, di peyama xwe de anî zimên ku ewê di hilbijartina Meclîsa Giştî ya bajaran de beşdar bibin û xwest ku di lîsteya kevkarîya 14 partîyên siyasî yên Kurdistanê de Êzdî jî wek “Hevkarîya Êzdîyan” bên destnîşankirin.
Heyder Şeşo, rexne li hinek partîyên Êzdî yên ku di nav Hevkarîya Êzdîyan de cîh digrin girt, anî zimên ku ew naxwazin bi partîyên Kurd re, lê bi partîyên Ereb re têkilî û diyalogê deynin û got: “ Partîyên ku dixwazin bi partîyên Ereb re têkildar bin ne di xizmeta berjewendîyên Kurdên Êzdî de ne, ev derûdor berjewendîyên Kurdên Êzdî ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin û dikin qurban ”.
Şeşo, di dawîya axavtina xwe de got: “ Ez tucarî Êzdîyan ji Kurdistanê cuda nabînim. Em Kurdistanî ne. Em nikarin ji bo berjewendîyên kesane Êzdîyan ji Kurdistanê cuda bikin. Her çiqasî di nav partîyên siyasî de hinek nakokî hebin jî, Hevkarîya Kurdistanî yek helwest e û berjewendîya Êzdîyan bi vê hevkarîyê kare bê paraztin”.
Heyder Şeşo, herweha anî zimên ku ji %80ê Êzdîyan dibêjin em Kurd in û Kurdistanî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin