Heyeta Hamasê li Ankara Bestepeyê seredana Erdogan kir

29 January 2025 20:37 0 dîtin
Heyeta Hamasê li Ankara Bestepeyê seredana Erdogan kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan serokê meclisa şûra ya Hamasê Muhammed Derwiş û heyeta pê re li Ankara li kulliya serokkomariyê qebûl kir. Erdoğan di qebûla heyeta Hamasê de ragihand ku di 471 rojan de têkoşîna ku Hamasê da, nîşan da ku riha berwxedanê ya Hamasê ti carê wenda nabe.

Piştî agirbesê bi Hamasê re hevdîtina ewilî ya Erdoğane, di hevdîtinê de wezîrê karên derveyê Tirkiye Hakan Fidan, serokê MİTê İbrahim Kalın, serokê daîra danûsitendinê yê serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun, serşêwirmendê serokkomar yê karên siyaseta derve û ewlehiyê Akif Çağatay Kılıç û berpirsê nivîsîngeha taybet yê Erdoğan Hasan Doğan amade bûn.

Erdoğan got ku wê rastiyên li Xezayê li her derê bêje û hêvî dike ku pêvajoya agirbesê ya duyem û sêyem bi serkeftin temam bibe.