Rûsya: Heyeta Hamasê îro seredana Moskovayê kir

26 October 2023 22:17 0 dîtin
Rûsya: Heyeta Hamasê îro seredana Moskovayê kir

PeyamaKurd – Piştî Hamasê êrîşê bir ser Îsraîlê, 20 roje ku Îsraîl li Xezzayê dixe lê Hamasê heyetekî xwe şand Moskovayê û civînekî pêkanî. Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku heyeta Hamasê li Moskovayê di nav têkiliyan de ye û weha dewam kir:

“Dikarim bêjim ku heyeta Hamasê welatê me ziyaret kiriye. Di mijara babetên têkiliyan de em ê we agahdar bikin.”

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov jî ragihand ku wê serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas di nêz de seredana Moskovayê bike.

Zaharova, behsa rewşa hemwelatiyên Rûsyayê yên ku li Îsraîlê ne kir û got ku tehliya hemwelatiyan dewam dike.