Heyeta Îmraliyê ya DEMê îro bi Ocalan re dicive
PeyamaKurd – Heyeta Îmraliyê ya DEMê wê îro bi Ocalan re hevdîtinê bike
Hat ragihandin ku şanda Partiya DEMê wê îro biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ji bo civîna duyemîn a Îmraliyê roja Duşemê serî li Wezareta Dadê da.
Piştî bersiveke erênî ya ji bo serlêdanê heyeta Partiya DEMê wê îro careke din biçe Îmraliyê û cara duyemîn bi Ocalan re hevdîtinê bike. Di daxuyaniya partiyê de hat ragihandin ku şanda Îmraliyê ya DEMê wê îro careke din biçe Girava Îmraliyê û hat gotin, "Şanda hevdîtinê jî weke şanda berê ye."
Di heyetê de Parlamenterê DEMê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan jî cih digirin.
Heyetê di 20ê Çileyê de ji bo cara duyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serlêdan kiribû.
Serlêdana nivîskî ya Wezareta Dadê ji aliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ve hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin