Heyeta sêyem ya AKP ê diçe Amerîkayê
PeyamaKurd – Tirkiye xwe amade dike da pêvajoya balafirên F-16an bipêş bixe. Heyeta di bin serpereştiya Efkan Ala de, wê piştî 8 ê meha pêşiya me, here Amerîkayê û hevdîtinan bike. Efkan Ala cîgirê serokê ji karên derve berpirs yê AKP ê ye.
Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze ku ji Amerîkayê 40 heb balafirên F-16 VIPER bikire û balafirên ku di enwantera artêşa Tirkiyê de ne, 79 heb F-16 yan nûjen bike. Danûsitendinên teknîkî di navbera her dû wezaretên bergiriyê de dewam dikin.
Heyeta di bin serokatiya Efkan Ala de, du car bi endamên meclisa nûneran û endamên kongreyê yên Amerîka re hevdîtin kir. Ala, dibêje her bi Amerîkayê re hevdîtin dikin, pêşdeçûnên baş çêdibin û weha got:
“Em ê herin gotinên mafdar ji navên nû re bêjin. Em çendîn diaxifin, atmosferekî pozîtîv çêdibe. Eger bixwazin NATO xwurt bibe, divê Tirkiye xwurt bibe. Tirkiye endamê NATO ye ku dest jê nayê berdan. Divê Tirkiye di krîzên herêmî de desthilatê bigre destê xwe.”
Heyeta AKP ê piştî Amerîkayê dê here Îngîltere û Almanya û li ser pirsgirêkan biaxife.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin