“Heyeta Kurdistanê bi Kazimî re diçe Amerîkayê”

18 July 2021 00:56 0 dîtin
“Heyeta Kurdistanê bi Kazimî re diçe Amerîkayê”

PeyamaKurd – Sekreterê Encumena Wezîran yê Herêma Kurdistanê Armanc Rehîm ragihand ku di seredana serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bo Amerîkayê de, dê heyetekî ji Herêma Kurdistanê pê re here û li Amerîkayê li ser mijarên herêmê biaxifin.

Rehîm, bo Rûdawê ragihandiye ku di heyetê de, ew ê bi xwe hebe û serokê dîwana serokatiya herêmê Fewzî Herîrî û ji wezareta Pêşmerge berpirsekî hebe.

Li aliyê dinê nûnerê Kazimî Huseyîn Allawî ragihandiye ku dê di nêz de hevdîtinên diyalogê yên stratejîk di navbera Iraq û Amerîkayê de destpêbikin.

Mustafa Kazimî di 26 ê tîrmehê de dê bi serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtinê bike.