Heyetên PDKê û YNK dicivin
PeyamaKurd – Endamên polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) li bajarê Silêmaniyê dicivin. Li gor hatiye ragihandin; wê civîna her dû partiyan di 4ê Sibatê de seet di 11.00an de be.
Wê serpereştiya heyeta PDK ê Fazil Mîranî bike. Bafil Talabanî wê serpereştiya heyeta YNKê bike û di heyeta YNKê de Aso Mamend, Derbaz Kosret Resûl ve Qubad Talabani hebin.
Wê di civînê de babetên têkiliyên navbera her dû partiyan, rewşa hundirê Kurdistanê, hilbijartina parlementoya Kurdistanê, destnîşankirina parêzgerên Kerkûkê û Mûsilê hebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin