Hezar ton hinarên Kurdistanê bo Fransayê têne sandin
PeyamaKurd – Wê hezar tonên hinarên Zaxo û Helebceyê ji bo welatê Fransayê bêne şandin û di qonaxa yekem de jî 100 ton bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl têne şandin.
Hate ragihandin ku biryara şandina hinarên Kurdistanê piştî îmzekirina peymana di navbera hikûmetên herdu welatan de hatiye dayîn.
Di çarçoveya vê biryara ku bi hevkariya sektora taybet hatiye dayîn de, şandina hezar ton hinarên Zaxo û Helebceyê ji bo Fransayê dest pê dike.
Hate zanîn ku di qonaxa yekem a îro 8ê Mijdarê de, 100 ton hinar bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji bo Fransayê têne şandin û yên mayî jî dê rojên bê werin şandin.
Demek berê jî 40 heta 45 ton hinarên Kurdistanê ji bo welatê Brîtanyayê hatibûn şandin. Hinarên Helebceyê ji welatê Îmaratê û hin welatên din ên kendavê re jî têne şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin