Hêzên Alman 15 revandiyên tirk ên kestiyê rizgar kirin

12 February 2021 19:27 0 dîtin
Hêzên Alman 15 revandiyên tirk ên kestiyê rizgar kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi operasyoneke navenda wê Hamburg a Almanyayê ye, hêzên Almanî 15 karkerên tirk ên keştiya bi navê Mozart ku li Nijeryayê hatibûn revandin, rizgar kirin.

Keştiya bi navê Mozart a komqaniya Borealis a Brîtanî li nav avên Nijeryayê 28ê Çileyê 2021ê rastî êrîşeke korsanan hatibû û xebatkarekî keştiyê yê Azerî hatibû kuştin û ji 19 xebatkarên keştiyê 15 xebatkarên tirk jî hatibûn revandin.

Berpirsê Kompaniya Boden a Deryavaniyê Levent Karsan, ragihandiye ku her 15 kesên hatibûn revandin hatine rizgarkirin û niha li Nijeryayê ne û tenduristiya wan jî baş e.