Hêzên artêsa Sûdanê ji hewa de ciyên RSF ê bombardiman dike
PeyamaKurd – Artêşa Sûdanê ragihand ku RSF bûye hêzekî serhildêr û hêzên hewayî yên Sûdanê ji jor de baregehên RSF ê bi balafiran bombardıman dike. Ji serê sibê de di navbera artêşê û RSF ê de ku serpereştiya DRF ê general Muhammed Hamdan Dagalo dike, şerekî dijwar heye û dewam dike. Li gor ragihandina RSF ê; ewilî artêşa Sûdanê êrîşê ser baregehên RSF ê kiriye û di şer de RSF ê balafirgeha Merowe û li rojava balafirgeha El-Ubeydê, balafirgeha li payîtextê ya navdewletî ya Hartûmê û koşka serokatiyê ya li balafirgehê û baregeha artêşê xistiye destê xwe.
Artêş jî bi eksa wê daxwuyanî da û got ku RSD li başûrê Hartûmê û dora wê êrîşê artêşê kiriye, bi bersivdana artêşê re şer derketiye, artêş gotiye ku daxwuyaniya RDF ê rast nîne.
Balyozxana Rûsyayê ya Sûdanê bang li terefan kiriye ku agirbesê ragihînin û dest bi hevdîtinan bikin. Rewşa Hartûmê xweş nîne lê dîplomatên Rûsî di ewlehiyê de ne.
Daxwuyaniyekî nêzî daxwuyaniya balyozxana Rûsyayê ji ya Amerîkayê jî hat kirin û xwest ku her dû teref dev ji şiddetê berdin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin