Hêzên asayîsê ji serhildêrên Belûcistanê 6 kesan kust
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê hêzên dewletê operasyon kirin ser serhildêrên Belûcî û 6 kesan kuştin. Li gor ragihandina artêşa Pakistanê; hêzên asayîşê li devera Bûledayê, ciyê ku serhildêr xwe lê vedişartin tesbît kirin û operasyon kirin ser wan.
Nehat ragihandin bê kesên kuştî endamên rêxistina Belûcistanê ne an na. Di 2 sibatê de kesên çekdar ên Belûcistanê êrîş biribûn ser du ciyên artêşê û di encamê de 9 leşker hatibûn kuştin. Ji serhildêran jî 20 kes.
Belûcistan bi xwe axa Belûciya ye û di navbera Pakistan, Îran û Afxanistanê de perçekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin