Hêzên ewlehiyê berpirsê kiryarên terorîstî yê parêzgeha Mîsanê girtin
PeyamaKurd – Berpirsê kiryarên terorîstî yê parêzgeha Mîsanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.
Şaneya ragihandina ewlehiya Iraqê îro 12.02.2022yê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Hêzên ewlehiyê û hêzên leşkerî, tawanbar Hesen Terad Xilêm girtin.”
Herwiha şaneya ragihandina ewlehiyê eşkere dike, Hesen Terad Xilêm berpirsê gelek kiryarên terorîstî, revandin û kuştinê ye li sînorê parêzgeha Mîsan.
Hêjayî gotinê ye, di demên dawiyê de gelek kiryarên terorîstî li sînorê Mîsan pêk hatin ku ya herî dawî jî kuştina dadwerekî taybet li ser dosyayên madeyên hişbir kar dikir û navê wî jî Ehmed El Saidî bû û roja 05.02.2022yê nêzîk mala xwe hat kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin