Hêzên rejîma Sûriyê li Idlibê li serbazgeha artêsa Tirkiyê xist

29 June 2020 20:59 0 dîtin
Hêzên rejîma Sûriyê li Idlibê li serbazgeha artêsa Tirkiyê xist

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Sûriyê xala çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê li Idlibê kir armanc û şer di navbera wan û komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve derket.

Li gorî SOHRê hêzên rejîma Sûriyê yên ku li bejahiyên Idlibê bi cih bûne, xala serbazî ya artêşa Tirkiyê li gundê Şinan ê bejahiya Idlibê topbaran kirin ku heta niha agahiyên zelal li ser ziyanên wê êrîşê nehatine.

Herwiha hat diyarkirin ku piştî wê êrîşê balafirên keşfê yên Tirkiyê li asmanê Cebel El-Zawiyê digerin.

Dîsa li asmanê bejahiyên rojavayê Idlibê, Sehil El-Xab û bejahiyên Laziqiyê balafirên keşfê yên Rûsyayê yên mezin firînên çavdêriyê kirin.

SOHRê herwiha da xuyakirin ku li eniyên Idlibê şerê dijwar di navbera çekdarên Tirkiyê û hêzên hikumeta Sûriyê de rû da. 2 leşkerên rejîma Sûriyê di encama şerê bi moşekên ji cureya B9 de li derdora Cerad a başûrê Idlibê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Herwiha hêzên rejîmê jî bi top û hewanan xalên çekdaran hedef girtin û di encamê de birîndarên çekdarên Tehrîr El-Şam çêbûn.