Hikûmeta Herêmî ya Toskanayê qanûna 'mirina bi alîkariya tibî' qebûl kir

13 February 2025 09:03 0 dîtin
Hikûmeta Herêmî ya Toskanayê qanûna 'mirina bi alîkariya tibî' qebûl kir

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêmî ya Toscanayê di meclîsa xwe ya herêmî de qanûnek li ser "mirina bi alîkariya tibbî" pejirand û bû yekem herêm li welatê ku piranî katolîk lê dijîn ku vî mafî nas dike.

Meclisa Rêveberiya Herêmî ya Toskanayê qanûna têkildarî ya ku wê li tevahiya herêmê bê sepandin bi 27 dengên 'erê' û 13'an pejirand.

Yasa bi dengên partiyên çep ên ku li gelemperiya welêt muxalefet lê li Toskana desthilatdar in, hat qebûlkirin. Ev cara yekem e ku hukûmetek herêmî li welatê ku bi piranî katolîk lê dijîn biryarek dide ku mafê mirinê bi alîkariya bijîşkî nas bike.

Li gorî zagona ku wê li Toskanayê were sepandin, heke pîvanên guncan pêk werin, wê servîsa tenduristiyê ya herêmê di nav 10 rojan de derman û personelên tenduristiyê yên hewce bide nexweşên ku doktorê wan naxwaze vê prosedurê bike. Herwiha qanûn rê dide ku bijîjk bi hincetên etîk û exlaqî beşdarî vê pêvajoyê nebin.

'Ev pejirandin têkçûna her kesî ye'

Alfredo Antoniozzi, endamê Birayên Îtalyayê (FdI), partiya serokwezîr Giorgia Meloni û hevkarê payebilind ê hikûmeta koalîsyonê ya rastgir li welêt got ku ew ê li ser vê mijarê biryarê nede, ne herêm, parlamentoya neteweyî ye û wê hukûmet li dijî qanûnê nerazî be.

Qanûn hêrsa Dêra Katolîk jî kişand. Kardînal Paolo Augusto Lojudice, serpîskoposê Siena li Toscana got, "Ev pejirandin ji bo her kesî têkçûnek e."

Nûnerê Komeleya Luca Coscioni, saziya civaka sivîl a mafê mirinê diparêze û yek ji wan kesên ku qanûn anîne rojeva Meclisa Rêveberiya Herêmî ya Toskana Marco Cappato, ev biryara li Toscanayê wekî "serkeftineke mezin" nirxand.

Serokê Komeleya Pro Vita&Familia Antonîo Brandi ku jiyan û malbatê diparêze qanûna ku ji aliyê Meclîsa Herêmî ya Toscana ve hatiye qebûlkirin weke "hovîtî" û "nemirovane" bi nav kir.