Hikûmeta Herêma Kurdistanê tovên werzê çandina genim a îsal dide cotkaran
PeyamaKurd – Berpirsekî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê tovên werzê çandina genim a îsal bide cotkaran.
Rêveberê Tov li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Rejîn Sadiqî diyar kiriye: “Niha paqijkirin û dermankirina 7 hezar ton genim tê kirin û piştî temamkirina wê hikûmet li ser cotkarên navçeyên cuda cuda tê dabeşkirin.”
Herwiha Rejîn Sadiqî destnîşan kir: “Genim ji dereceya yekem e ku wê berhemanîna cotkarên genim baştir bike, lewma wê firotina berhemê bileztir û bihatir be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin