Hikûmeta Iraqê carek din alîkarî ji Lubnanê re sand
PeyamaKurd – Ji bo mexdûrên teqîna li Beyrûdê, Hikûmeta Iraqê dîsa alîkarî şand.
Li gorî medyaya Iraqî diyar kir, îro danê sibê balafireke serbazî ya Iraqî çend ton alîkarî gîhand mexdûrên teqîna roja 4ê Tebaxa vê mehê ya Beyrûda paytexta Lubnanê.
Iraqê çend roj berê jî alîkarî şandibû Beyrûdê lê Hikûmeta Lubnanê navê Iraqê nehanîbû. Iraq ji vê yekê nîgeran bûbû.
Li gorî amarên dawî, di teqîna roja 4ê Tebaxa vê mehê ya Beyrûdê de herî kêm 177 kes hatine kuştin, bi hezaran kes birîndar bûne û bi dehan kes jî hîn wenda ne û di bin kavilan de mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin