Hikûmeta Iraqê ji bo bêçekkirina çekdarên esîran ket tevgerê
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Iraqê piştî rû dana şerekî mezin di nav du eşîretên bakurê Bexdayê re, biryara bêçekkirina çekdarên eşîretan da.
Li gorî meda Iraqê, berdevkê wezareta navxwe ya Iraqê Xalîd Mehna ji medyaya hikûmetê re ragihandiye, şerê eşîretan cihê metirsiyê ye li ser hemû civaka Iraqê.
Xalîd Mehna gotiye, biryara girtina 8 çekdarên du eşîretên bakurê Bexdayê derketiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îna borî çekdarên du eşîretên bajarokê Huseyniye ya li bakurê Bexdayê bi çekên biçûk û giran şerê hev kirin û ji ber wî şerî gelek xanî û dikanên hemwelatiyan wêran bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin