Singal | Çekdarên PKKê ji xeynî rêveberiya polîs hemû sazîyên hikûmeta Iraqê girtin

12 December 2021 14:34 0 dîtin
Singal | Çekdarên PKKê ji xeynî rêveberiya polîs hemû sazîyên hikûmeta Iraqê girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên bi ser PKKê ve yên bi navê YBŞ hemû sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê yên li devera Şingalê girtine û tenê rêveberiya polîs maye.

Li gorî ragihandina çavkaniyeke ji Şingalê bo K24ê, hemû sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê ji aliyê YBŞê ve hatine girtin û tenê rêveberiya Polîs a girêdayî hikûmetê li Şingalê maye. Hêjayî bibîrxistinê ye, doh balafirên Tirkiyê li Xanesorê navenda meclîsa gel a bi ser PKKê ve bombebaran kiribûn û îro jî ji aliyê PKK/YBŞ ve ev biryar hatiye girtin

Serokê şaredariya Şingal, Cemîl Sivok jî ragihand, îro danê sibê çekdarên PKKê em agahdar kirin ku divê avahiya şaredariyê vala bikin û deriyê wê jî bigirin û got, niha komek çekdarên PKKê li ber derî ne da ku ew ferman were bicîhanîn.

Serokê şaredariya Şingalê daye zanîn, wan pêwendî bi cîgirê parêzgarê Neynewa Sîrwan Rojbeyanî re kirine û rewş jê re gotine, wî jî bersiv daye û gotiye ku haya wan jê heye û dê hêzeke asayişa niştimanî ya Iraqê bişînin Şingalê ji bo kontrolkirina wê krîzê.